TR KU SO
FB X
Cîhan

Sekreterê NATOyê Stoltenberg bi wezîrê karên derve yê Sa’ûdiyê re hevdîtinekî kir

Admin M
Nivîskar
📅 17 sibat 2024 04:05

PeyamaKurd - Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi wezîrê karên derve yê Sa’ûdiyê bi Faysal bin Ferhan re hevdîtinekî kir. Hevdîtina Stoltenberg di çarçova Konferansa Ewlehiyê ya Munih a Almanya di ya 60em de ku dewam dike hat kirin.

Li ser hevdîtinê Stoltenberg di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku, NATO û Sa’ûdî Erebistan bi hevre tehdîdên hevpar û zahmetiyan parvekirine û ji bo pêşdebirina diyalogê li hev kirine. Stoltenberg got:

“Li ser pêwistiya xwurtkirina diyalogê me li hev kir.”

Parve bike: