Cîhan
Selahattin Demirtas: Êdî Erdogan jî fêhm kiriye ku wê here!
PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş di hepsa Edirneyê de di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de nêrînên xwe parve kirin.
Selahattin Demirtaş wiha axivî: Recep Tayyip Erdogan dibêje ku “Heke gelê me bixwaze, em ê biçin.” Ez ji vê hevokê, vê yekê fêhm dikim. Êdî Recep Tayyip Erdogan jî dizane ku dema wan xilas bûye. Êdî ji bo çûneke bişeref meydanê ji xwe re amade dike.
Selahattin Demirtaş wiha berdewam kir: Di hepsê de xebatên hilbijartinê pir zahmet in. Lewra amadekariyên hilbijartinê li derve têne kirin. Tenê bi hinek mesajên bi rêya înternetê ez fikrên xwe bi gelê me re parve dikim.