Cîhan
Selahattin Demirtas: Hemî delîlên dozgerên FETOyê ne!
PeyamaKurd- Namzetê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş di derbarê dozên xwe de daxuyaniyek da û got ku, delîlên ku ez pê tême sûcdarkirin, hemî delîlê dozgerên FETOyê ne.
Namzetê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku, delîlên ku ez pê tême sûcdarkirin, hemî delîlên sixte ne, hemî delîlê dozgerên FETOyê ne. Ev hemî ji aliyê şahidê xef yê bi navê MERCEKê ve hatin îddakirin ku niha jî ew jî girtî ye. Lê belê ti kes naxwaze vê rastiyê bibîne.
Ka digotin ew kesên ku bi delîlên dozgerên FETOyê hatine girtin, em ê dozê wan betal bikin. Niha ez bi delîlên sixte yên 12 dozgerên FETOyê hatime girtin.