Cîhan
Selahattin Demirtas: Li gorî pirsnameyê rayên min ji %50 in!
PeyamaKurd- Hevserokê HDP yê berê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got ku divê li dijî faşîzma rastgiran, em demokarasiya çepgiriyê derxine pêş.
Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di hepsa Edirneyê de û niha jî ji bo Serokatiya Tirkiyê namzetê HDPê ye.
Selahattin Demirtaş di derbarê namzetbûna xwe de wiha axivî: Hinek dibêjin tu bi çi aqilî ketî vê rêyê de? Ez jî wiha bersivê didim wan: “Ez jî di hicirka xwe ya hepsê de gelek caran pirsnameyan/anketan çêdikim. Her carekê rayên min ji %100 derdikevin. Na na… Henek… Carekê ez ji xwe xeyîdîbûm û wê carê ji %50 derketibû.