Cîhan
Selahattin Demirtas malê xwe eskere kir!
PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê û namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê malê xwe beyan kir.
Selahattin Demirtaş li ser twitterê ev mesaj weşand: “Banga Komela Şeffafiyê ya Navnetewî giha min jî ku ji bo namzetan eşkerekirina mêl xwestiye. Va ye ez jî malê xwe eşkere dikim:
Avahiyeke hêjayî 300 hezar TL.
Trempêleke 2013 Model ku hêjayî 55 hezar TL.
Bi sedan pirtûk û bi hezaran name
Û Îcazeyek/dîplomayek J
Selahattin Demirtaş di mesaja xwe de wêneyê îcazeta xwe jî parve kir.
Ji ber ku Selahattin Demirtaş di girtîgehê de ye, propagandaya xwe, tenê dikare li ser medyaya civakî bike.