TR KU SO
FB X
Cîhan

Selahattin Demirtas wê îro mitîngê çêbike!

Admin V
Nivîskar
📅 06 hezîran 2018 14:26

PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got e zê îro seet li 11:00an mitînga xwe çêbikim.

Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê yê di girtîgeha Edirnê de Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşand û wiha got: “Ez dibêjim qey di dinyayê de, cara pêşî, namzetekî serokomariyê di girtîgehê de mitîngê çêdike.”

Demirtaş li ser twitterê ev mesaj weşand: “Ji her kesî re roj baş! Ez dibêjim qey di dinyayê de, cara pêşî, namzetekî serokomariyê di girtîgehê de mitîngê çêdike. Îro seet li 11:00an bi rêya cîhazên medyaya civakî yên HDPê ez ê ji we re biaxivim. Bi hêviya hevdîtinê, bi xatirê we...!”

Parve bike: