TR KU SO
FB X
Cîhan

Selahattin Demirtas wê serî li dadgeha Ewrûpayê bide!

Admin V
Nivîskar
📅 26 hezîran 2018 16:21

PeyamaKurd- Piştî Hilbijartina 24ê Hezîranê, namzetê serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) bide.

Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerê xwe li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku hilbijartina 24ê Hezîranê di şertên adil de çênebûye. Em ê mafên xwe li dadgeha Ewrûpayê bixwazin.

Parezerê Selahattin Demirtaş Mahsuni Karaman got ku “mafê hilbijartinê yê serbest” yê Selahattin Demirtaş hatiye îhlalkirin. Demirtaş di şertên girtîgehê de ketiye hilbijartinê, daxwazên me yên texliyekirinê nehatine qebûlkirin. Hilbijartin di ti rewşan de adil çênebûye. Ji ber vê yekê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) bidin.

Parve bike: