Cîhan
Selame: Proseya siyasî ya Libyayê li NY dest pê dike
PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Xesan Selame ragihand ku tê çaverêkirin civînên pêvajoya siyasî bi amadebûna herdu aliyên şer piştî du hefteyan werin destpêkirin.
Selame da zanîn, biryara qedexekirina çekan ji herdu aliyan ve tê binpê kirin, ji ber ku çekdarên ne Lîbyayî di refên wan de hene.
Selame hêvî xwest ku ev biryar were pêkanîn da ku ev pêvajo bi ser bikeve û got: “Em ê hemû pirsgirêkên din jî çareser bikin heya em agirbestê pêk bînin.”
Nûnerê NY yê Lîbyayê Xesan Selame diyar kir ku doh aliyên şer ji bo “komîteya leşkerî ya hevbeş” li Cenevê kom bûne û wê di 9ê mehê careke din bicivin.