TR KU SO
FB X
Cîhan

Senato ya Amerîkayê wezîrtiya karên derve ya Blinken qebûl kir.

Admin M
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2021 02:01

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bo wezareta karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken nîşan dabû û bo namzetiya wî qebûl bikin pêşniyara xwe şandibû senatoya Amerîkayê.

Senatoya Amerîkayê îro wezîrtiya Blinken qebûl kir. Ji niha û pê de wezîrê karên derve yê di şûna Mike Pompeo de wezîfe bike Antony Blinken e.

Antony John Blinken di sala 1962an de hatiye dinyayê û di salên navbera 2015-2017 an de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê bû. Di salên navbera 2013-2015an de di dewra Barack Obama de nûnerê netewî yê ewlehiya Amerîkayê bû.

Parve bike: