TR KU SO
FB X
Cîhan

Senator Eliot Engel: Erdogan li dijî Kurdan qirkirina etnîkî daye destpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2019 20:10

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Eliot Engel, helwesta Trump a ji bo Erdogan rexne kir û li ser êrîşên bi ser Rojavayê Kurdistanê de got: "Erdogan li Sûriyê li dijî Kurdan hemleya qirkirina etnîkî daye destpêkirin."

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Kongreya Amerîkayê Eliot Engel da xuyakirin, Erdogan hemleya qirkirina etnîkî û xwînrijandinê li dijî Kurdên Sûriyê daye destpêkirin û penaberên Ereb û Tirkmen li şûna Kurdan li bakurê Sûriyê bi cih dike.

Engel destnîşan kir, ev yek li ser herêmê gefeke mezin çêdike û ji bilî tevliheviyê wê nearamiyê bi xwe re bîne.

Engel da zanîn, kiryarên dewleta Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê li derviyê ehlaqê û adilbûnê ne û yasayên navdewletî binpê dikin.

Senatorê Amerîkî herwiha got ku ew dê li dijî van kirinên Erdogan wek temaşevan nemînin û bang li Erdogan jî kir, yekser bicihkirina koçberan li herêmên dagir kiriye rawestîne.

Engel, Serokê Amerîkayê Donald Trump  jî ji ber têkiliya wî ya bi Erdogan re rexne kir û got ku Erdogan piştgirî daye belavkirina xwînrijandin û terorê li herêmê.

Parve bike: