TR KU SO
FB X
Cîhan

Ser li ser Idlibê dewam dike

Admin M
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2019 23:03

PeyamaKurd- Herêma Idlibê perçeyên ku di bin destê muxalifên Sûriyê de ne, hêzên rejîmê êrîşên hewayî birin ser û herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar hene. Tê gotin ku jimara birîndaran di ser 20 kesan de ye.

Balafirên hukumeta Sûriyê navçeyên Maarratunnûman û Serakibê bi gundên Xan es Subul, Bîdama, Marşimşe, Reyyan, Marşurin, Sırman û Katrayê  bombebaran kirin.

Rêxistina çavdêriyê ya muxalifan jî dibêje ku balafirên Rûsyayê navçeya Maarratunnûmanê û gundên der û dor bi bajarokê Cercenasê re, gundên Tel Mennisê û Tûhê bombebaran kirine.

Parve bike: