Serdana Çavûsoglu ya Iraq û Kurdistanê dest pê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku serdana bajarên Hewlêr, Besre û Bexda dike, îro 28ê Nîsanê gihîşt Bexdayê.
Dê di serdanê de çawaniya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ligel Tirkiyê bên gotûbêjkirin.
Biryar e Çavuşoglu ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm bicive û mijara pêdana qerzeke 5 milyar dolarî bo Iraqê gotûbêj bikin, ku biryar e ji bo avakirina Iraqê bê xerckirin. Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Elî Hekîmê re biryar e, ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re jî bicive.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê, li Besra beşdarî merasîma vekirina konsulxaneya Tirkiyê ya li wê parêzgehê jî dibe.
Herwiha tê çavêrekirin ku Çavuşoglu piştî hevdîtina bi rayedarên Bexdayê re, derbasî Hewlêrê bibe û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî çend hevdîtinan bike.