Serdar Kiliç: “Pêdiviya Amerîka û Tirkiyê bi hev heye”
PeyamaKurd- Balyozê Tirkiyê yê li Washîngtonê Serdar Kılıç ragihand ku herkes bo têkiliyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê gotinên “hevkariya stratejik” û muttefîkiya stratejik” bikartîne lê ew van gotinan naxe ser zimanê xwe û dibêje “dostaniya stratejîk”. Kılıç dibêje ev ne tişteka hêsane û divê bê parastin.
Balyoz Kılıç behsa têkiliyên navbera Tirkiyê û Amerîka kir. Kılıç, îşaretê bal bi xurtiya têkiliyên navbera her dû dewletan kir û got ku her dû dewlet 60 sal zêdetire xwedî têkiliyên xurt in û di şerê Kore de, li kêleka hev şer kirine û di gelek têkoşînên dijwar de bi hev hewiyane.
Kılıç ragihand ku “herkes dibêje pêdiviya Tirkiyê bi Amerîka heye lê bawer bikin pêdiviya Amerîka jî bi Tirkiyê heye. Di plankirina temamê Rojhilata Navîn de ciyê Tirkiyê heyatiye û girîng e.”
Kılıç dibêje ku ew li dijî DEAŞê li Sûriyê têkoşiyane û ji 3 hezarî zêdetir DEAŞ iyan kuştine û 4.000 km2 erd ji DEAŞ ê paqijkirine lê bo YPG/PKKê dibêje ew temsîla Kurdan nakin lê behsa şerê wan yê li dij DEAŞ ê nake. Kiliç behsa zimanê ku Amerîka li dijî Tirkiyê bikartîne kir û got ku ew zimanê dorpêçê bi xwe re reaksiyonê tîne.