Cîhan
Sererkanê artêsê û 7 kesên din di balafira ketî de can dan
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li welatê Taywanê balafireke leşkerî ketiye û sererkanê artêşa Taywanê jî di nav de 7 kesan can daye.
Hikumeta Taywanê kuştina sererkanê artêşê û 7 kesên din di encama ketina balafireke leşkerî ya ji neçarî daketiye bakurê Taywanê ragihand.
Berdevkê hikûmetê diyar kir ku tîmên rizgarkirinê, 8 kesên mirî dîtine ku di nav de sererkanê artêşê jî heye.
Herwiha Wezareta Berevaniya Taywanê jî ragihandiye ku 13 kes di balafirê de hebûn û sererkan berê xwe dabû herêma Bêlan a li bakur-rojhilatê Taywanê bi sedema nêzîkbûna sersala heyvê.