Cîhan
Serjimariya Iraqê ya texmînî hat eskerekirin: Zilam ji jinan zêdetir in
PeyamaKurd - Wezareta Plandanîna Iraqê ragihand ku serjimariya Iraqê 40 milyon kesan derbas kiriye û zilam ji jinan zêdetir in.
Berdevkê wezareta plandanîna Iraqê, Ebdulzehre Hîndawî li gorî deverên niştecihbûnê û texmînî nifûsa Iraqê ya sala 2020an eşkere kir.
Hîndawî daye xuyakirin, li gorî saziya amara Iraqê bi texmînî di sala 2020an de, nifûsa Iraqê 40 milyon û 150 hezar kes e û rêjeya zêdebûna nifûsê jî %2.6 e.
Berpirsê Iraqî anî ziman ku beşek mezin ji nifûsa Iraqê, di navbera 15 û 65 salî de ne û rêjeya wan jî %56.5 e. Rêjeya temenê destpêkê heta 14 salî %40.4 e û rêjeya temenê ser 65 salî re jî %3.1 e.
Herwiha hatiye diyarkirin ku li Iraqê rêjeya zilaman %50.5 e û ya jinan jî %49.5 e.