TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Brezîlyayê, bang li NYê kir: Berpirsiyariya xwe bi cih bîne!

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2023 18:00

PeyamaKurd- Di roja 19an a şerê Îsraîlê ya li dijî Hamasê ku li Xezayê tê rêvebirin de piştî Kolombiyayê, Brezîlyayê bertek nîşan da.

Serokê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetir berpirsyariya bûyerên li Xezayê bi cih bîne.

Lula da Silva ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got,

“Heger hêza Neteweyên Yekbûyî hebûya, dikaribû destwerdanên mezintir bike. Amerîkayê jî dikaribû  zêdetir destwerdanê bike. Lê belê gel vê naxwaze. Mirov şer dixwazin, dixwazin nefretê derxin, lê ez vê nabînim. Bi vî awayî hûn çiqas bixwazin dikarin min rexne bikin; "Lula axaftina xwe ya li ser aştiyê, berdewam bike.”

Parve bike: