TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Brezîlyayê: Ev ne ser e, qirkirin e!

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2023 19:30

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Brezîlyayê Lula da Silva, di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên Îsraîlê de rexneyên tund kir û ragihand ku ev ne şer e, qirkirin e ku mirovên bêguneh tê de dimirin.

Di roja 20emîn de êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê dewam dikin de hat diyarkirin ku di êrîşên asîmanî de heta niha 2 hezar û 704 jê zarok 6 hezar û 546 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. 

Serokê Dewleta Brezîlyayê Lula da Silva ku ji destpêka şer ve bertekên xwe bi zelalî radigihîne, li ser êrîşên Îsraîlê yên duh ên li ser Xezayê li Qesra Planalto ya li paytext Brasila daxuyanî da.

Silva di daxuyaniyê de bal kişand ser mirina sivîlan û got, “Ev ne şer e. Ev qirkirinek e ku bû sedema mirina nêzî 2 hezar zarokên ku tu eleqeya wan bi şer re tunebû. 

Zarok mexdûrên vî şerî ne. Ez fêm nakim ku mirov bizanibe ku encama şer, mirina zarokên bêguneh e, mirov çawa biwêre here şer?”

Lula da Silva, qala welatiyên Brezîlî yên ku li Şerîda Xezayê dîl hatine girtin jî kir û got ku "Ez ê bi Mîrê Qeterê re li ser serbestberdana dîlên Brezîlyayê biaxivim."

Parve bike: