Serokê Çînê Şi Cinping giha welatê Misrê
PeyamaKurd – Serokê dewleta Çînê Şi Cinping, piştî 10 salan bi seredaneka fermî çû Misrê bajarê Qahîre. Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi, li balafirgeha navdewletî ya Qahîre pêşwaziya wî kir.
Şi û Sisi di hevdîtinê de bendene ku behsa xwurtkirina têkiliyên her dû welatan bikin, li ser bicîhanîna peyamana stratejik ya ku her dû dewletan di sala 2014an de îmza bikini biaxifin, li ser berjewendiyên her dû terefan yên di mijaran de, li ser pirsgirêkên herêmê û dinyayê biaxifin.
Serokkomariya Misrê li ser seradana serokê Çînê berê weha ragihandibû:
“Her du dewlet wê li ser peymana stratejîk ya di sala 2014an de hatibû îmzakirin biaxifin, şopandina peymanê, meseleyên ku berjewendiyên her dû welatan tê de hevparin yên herêmî û navdewletî biaxifin û şêwra xwe bikin.”