Cîhan
Serokê Delegasyona YEyê biryara bo PKKê nirxand
PeyamaKurd - Serokê Delegasyona Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê (YE) Balyoz Christian Berger, li ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku PKK di lîsteya terorê ya 2018an de hişt û bo sala bê mijar taloq kir axivî.
Berger got, “Du lîste hene. Yek jê ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin. Lê dikare bê temyîzkirin. Di lîsteya din de hê jî heye.”
Christian Berger di serdana xwe ya Tirkiyê de li ser biryara dadgeha Dîwana Edaletê bo PKKê ku hatibû gotin, dê sala bê were nirxandin got, “PKK ji xwe di nav lîsteya terorê ya YEyê de bû. Piştî vê biryarê hêj tiştek neguherî ye, dê PKK hê jî di lîstiye terorê ya YEyê di be.”