TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê DISKê Remzi Çaliskan xistin binçav

Admin M
Nivîskar
📅 29 mijdar 2024 00:01

PeyamaKurd – Serokê şaxa DİSKê ya Samsunê Mutlu Karabacak li ser binçavkirina serokê giştî yê DİSKê Remzi Çalışkan û serokê şaxa Mersinê Kemal Göksoy got ku binçavkirina wan, êrîşe ser kedê û demokrasiyê ye. Karabacak got ku baweriya Çalışkan bi têkoşîna sendîkayê heye û ti zor nikare têkoşînê bide rawestandin.  Karabacak got:

“Binçavkirina serokê me Remzi Çalışkan û serokê şaxa Mersinê ya Kemal Göksoy ji bo tirsandina civakê û perçeyekî ji siyaseta helandinê ye. Hinek kes ji firehbûna sendîka me ditirsin û astengan datînin pêşiya me.”

Parve bike: