TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê GRAUyê Damîr Davîdov di teqîna otomobîlê de mir

Admin H
Nivîskar
📅 10 hezîran 2026 20:06

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li herêma Balaşîhayê ya li derveyî paytexta Rûsya Moskowê, di encama êrîşeke bombeyî de Serokê Birêvebiriya Sereke ya Moşek û Topavêjan a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (GRAU) Damîr Davîdov hate kuştin.

Bûyer li taxa Avîatorovê dema otomobîla Davîdov a cureya BMW X3 ji cihê parkkirinê derdiket rû da. Li gorî nûçeya rojnameya Kommersantê, hêza teqemeniya ku li binê wesayîtê hatibû bicihkirin bi qasî 500 gram TNT bîbû.

Her çend Komîteya Lêpirsînê ya Federal a Rûsyayê û Dozgeriya Herêma Moskowê proseya lêpirsîna cezayî dest pê kirin û navê wî veşartin jî, lê kanala Telegramê ya VChK-OGPUyê û çavkaniyên serbixwe yên mîna Astrayê piştrast kirin ku kesê hatiye kuştin generalê 57 salî Davîdov e ku li navenda hilberîna moşekên nukleerî ya Penza-19ê de dixebitî.

Parve bike: