TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Hîzbullahê Nasrallah nexwes ket

Admin M
Nivîskar
📅 29 gulan 2021 03:37

PeyamaKurd – Cîgirê sekreterê giştî yê Hîzbullah a Lubnanê Şêx Naîm Qasim îro di hevpeyvîneka xwe de ragihand ku halê serokê Hîzbullahê yê Hasan Nasrallah başe.

Hasan Nasrallah çend roj berê nexweş ketibû û li gor ragihandina cîgirê wî; bo bi temamî baş bibe, pêdivî bi çend rojên din heye. Qasim weha got:

“Dostên Hasan Nasrallah bende bûn bo roja 25 ê mehê biaxife, eger biaxife wê gelek pirs bên kirin û biryar hat dayîn da neaxife.”

Rêvebirên Îsraîlê ragihandibûn ku Nasrallah di axaftina xwe ya dawiyê de dikuxiya û bi nexweşîna koronayê ketiye.

Parve bike: