Cîhan
Serokê Katalanya nabe namzet
PeyamaKurd- Mezinê Katalana yê ku niha li sirgûnê ye, siyasetmedar Carles Puigdemont ragihand ku wê di hilibjartina serokatiya hilbijartina li Katalyayê nabe namzet. Puigdemont di şûna xwe de yekî din pêşniyar kir ku Madrîd jî karibe wî qebûl bike. Hibijartin di 14 ê gulanê de ye.
Puigdemont di şûna xwe de xwest ku parlementerê Katalan Quim Torra bibe namzet. Ragihandina Puigdemont ji Berlînê hat kirin. Puigdemont di dewama axaftina xwe de weha got:
“Grûba me ji bo serokatiya hukumeta nû ya Katalanyayê parlementerê me Quim Torra pêşniyar dike. Ew dikare berpirsiyariyê bigre ser xwe yekser hukumetekî ava bike”