TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê koma AKPê: Ne mimkun e hilbijartin bê pasxistin

Admin H
Nivîskar
📅 27 sibat 2023 23:26

PeyamaKurd – Li ser nîqaşên derbarê paşxistina hilbijartinan bi sedema karesata erdhejê, Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş ragihand ku ne mimkun e hilbijartin bê paşxistin.

Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya AK Partiyê Mustafa Elitaş, derbarê rojeva Tirkiyê û daxuyaniyên derbarê paşxistina hilbijartinan de ji medya Tirkiyê re ragihand: “Sibe Parlamento dest bi xebatên xwe dike. Rojeva yekem yasaya xanenîşînbûnê ye. Ger hemû partî piştgiriyê bikin, em ê sibe dest bi hevdîtinên yasaya ku ji 4 xalan pêk tê bikin û roja Çarşemê biqedînin.”

Elitaş li ser îdiayên paşxistina hilbijartinan got, dê hilbijartin di dema xwe de bêne kirin û ne pêkan e bê paşxistin.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, beriya karesata erdhejê 14ê Gulanê wekî roja hilbijartinan destnîşan kiribû.

Parve bike: