Cîhan
Serokê Komîsyona YE: Êrîsê rawestînin, ji bo plana we em pere nadin
PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Juncker, banga rawestandina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Heger plana wan avakirina herêmeke ewle be, ji YEyê qet hêviya dayîna pere nekin.”
Juncker li ser navê YEyê banga hêminbûnê kir û got, operasyona Sûriyê rawestînin:
“Metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê ku em jî fêm dikin hene. Em bang li Tirkiyê û aktorên din dikin bi hêminî tevbigerin. Heger di plana wan de avakirina herêma ewle hebe, bila hêvîya dayûna pere ji YEyê nekin.”