TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Lubnanê êrîsa li UNIFILê sermezar kir: Em tehemil nakin

Admin İ
Edîtor
📅 15 sibat 2025 16:50

PeyamaKurd – Îro roja Şemiyê, Serokê Lubnanê Joseph Aoun êrîşa li ser karwanê UNIFILê şermezar kir, û tekez kir ku hêzên ewlehiyê “nahêlin ti aliyek ku hewl bide aramiya welat têk bide.”

Doh êvarê xwenîşandan û serhildanên berfireh li Bêrûdê, ji aliyê Hizbullaha Lubnanê û alîgirên wê de pêk hatin. 

Xwepêşanderan rêya Firokxaneya Navdewletî ya Rafic Herîrî bi şewitandina lastîk û keviran girtin, lê artêşa Lubnanî paşê ew vekir. Xwenîşanderan her weha otombîleke UNIFILê şewitandin û yek ji fermandarên wê birîndar bû, û rêxistinê bang li desthilatên Lubnanî kir ku vekolîneke “temam û bilez” bikin.

Di bersivê de, serokê Lubnanê Aoun piştrast kir ku “tiştên ku li ser rêya firokexaneyê û li hin deverên Bêrûdê qewimîn nayê qebûlkirin û dê destûr tune be ku careke din çêbibin”

Parve bike: