Cîhan
Serokê mehkemeya makezagonê bû serokwezîr
PeyamaKurd - Li Pakistanê Serokê Mehkemeya Makezagonê yê berê Nasirul Mulk wek Serokwezîrê hikûmeta ku wê welêt bibe hilbijartinê hat tayînkirin.
Serokwezîr Şahid Hakan Ebbasî civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, ew digel serokê Partiya Gel a Pakistanê ya mixalefetê Xurşîd Şah û gelek navan sekinîn û wan li ser Mulk li hev kir.
Li Pakistanê di 25ê tîrmehê da hilbijartin wê were kirin wezîfeya hikûmeta niha wê di 31ê gulanê da kuta bibe, serokwezîrê berwext û hikûmeta wî wê di 1ê hezîranê da hikûmetê dewr hilde.