Serokê MHP ê Bahçeli: “Ne hedê ti kesiye bê darizandin înfazê bike”
PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê kesê ku êrîşê ser HDP ê kir, karmendekî jin ya HDP ê kuşt û di ser de îşareta Bozkut (serê gur) kir ku nîşana MHP ê ye, li ser bûyerê serokê MHP ê Devlet Bahçeli got ku ne hedê ti kesiye bê darizandin înfazan bike û weha got:
“Hesbelqeder an ku di çarçoveyekî senaryoya bi plan de, wêneyê caniyê îşaretê Bozkurt kir û di ser medya civakî de belavkir, di ser kiryara wî caniye de, MHP ê sûcdar bike û infaza bê darizandin bike, ne heddê ti kesiye.”
Devlet Bahçeli mijarê weka bi plan hatibe kirin nirxand û axaftina xwe weha dewam kir:
“Piştî êrîşê kiriye, ew kujerê ku sîlih xistiye destê xwe û îşareta Bozkurt dike û wêneyê wî di medya civakî de hatiye belavkirin, divê bi biryar herin bi ser wî de, kiye, têkiliyên wî bi kî re hene, temamên tora têkiliyên wî derên ortê, bê lêkolîn û her tişt derê ortê.”
Li ser îşareta kujer ku îşareta Bozkurt ya MHP ê kiriye Bahçeli got ku di çarçoveya senaryoyekî bi plan de an hesbelqeder di ser kiryarên wî caniyî de her kî bixwaze MHP ê sûcdar bike, bixe binê gumanan û hetta bixwaze bê darizandin înfazan bike, ne karê ti kesiye û ne heq û heddê ti kesiye. Devlet Bahçeli weha dewam kir:
“Wêneyên ku berê qatil kişandiye, çewa xistin rojeva medyayê, kî pêşkêşvaniya mijarê kiriye, mijar ji aliyê kîjan hêzî de xwestine bikin mijara dijminahiya Kurd-Tirkan, divê bibe mijara edaletê. Têkoşîna MHP ê ya bi şeref, li ser bingeha hûqûq, demokrasî û siyasetê ye. Ji bilî van qaîdeyan, di ti seha û zemînekî de, em naxwazin doza me û hevalên me bên bibîranîn û welew bi îtîmal be jî nabe ku bibe mijara me.”