TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê MİTê İbrahim Kalın li Misrê bi berpirsên Hamasê re civiya

Admin M
Nivîskar
📅 30 hezîran 2026 21:43

PeyamaKurd – Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim kalın li welatê Misrê bi serokê îstîxbarata Misrê bi Hasan Mahmud Reşad û bi berpirsê Hamasê yê karên derve bi Xalid Meşal re, bi berpirsê Hamasê yê Xezayê bi Xalil el-Hayya re û bi rêvebirekî Hamasê yê bi navê Muhammed Hasan re hevdîtin kir.

Çapemeniya Misrê ragihand ku di hevdîtinê de ji bo li Xezzayê aştiya mayînde bibe û li ser pêvajoya aştiyê, li ser nexşerêya wê hevdîtin kirine.

Endamên Hamasê ragihandine ku ji bo plan bicîh were û astengiyan çareser bikin, desteka xwe ya bi temamî ragihandine.

Parve bike: