Serokê MOSSADê: Em li hundirê Îranê ne
PeyamaKurd - Serokê MOSSADê David Barnea diyar kir ku di bin serokatiya wî de MASAD êdî ji sînorên "rêxistineke veşartî" ya klasîk derketiye û veguheriye saziyeke êrîşkar a ku rasterast li hundirê axa dijmin operasyonan dike.
Barnea tekez kir ku wan şêwazê karê xwe bi temamî guherandiye daku karibin bigihîjin navendên herî hesas ên li Îran û Lubnanê têk bidin.
Serokê Mossadê da zanîn, niha di asta stratejîk û taktîkî de xwedî agahiyên "bêhempa" ne ku rasterast bandorê li encamên şer dikin.
Hêjayî gotinê ye, Îsraîl êdî li bendê namîne ku metirsî nêzîk bibe, lê li kîjan deverê be diçe çavkaniya metirsiyê û wê ji nav dibe.
Sê stûnên serkeftina Barnea: Teknolojî, Sîber û Mirov
Serokê MOSSADê sedemên vê serkeftina saziyê di sê xalên sereke de rêz kir:
Yekem, avakirina beşên taybet û nûjen ku bi taybetî ji bo operasyonên di hundirê axa dijmin de hatine perwerdekirin.
Duyem, bikaranîna herî bilind a amûrên sîber û teknolojiyên nûjen daku sîstemên parastinê yên dijmin werin şikandin. Lê belê, Barnea xaleke herî giring destnîşan kir û got ku tevî hemû pêşketinên teknolojîk, "faktora mirovî" û sîxurên li ser erdê (HUMINT) hîn jî bingeha herî qahîm a Mossadê ne.
Ev rapora serkeftinê ya Barnea diyar dike ku MOSSAD amade ye ji bo serdemeke hîn aloztir a li Rojhilata Navîn.