TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê MOSSADê ji bo agirbesa bi Hamasê re diçe Dohayê

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2024 01:04

PeyamaKurd – Serokê îstîxbarata derve yê Îsraîlê yê MOSSADê David Barnea ji bo hevdîtinên agirbesa bi rêxistina Hamasê re bi heyetekî re diçe payîtexta Qatarê, Dohayê.

Hevdîtinên navbera Hamas û Îsraîlê li Dohayê dewam dikin. Ragihandina agahiyê ji aliyê serokwezîrtiya Îsraîlê de hat kirin. Di daxwuyaniya serokwezîrtiya Îsraîlê de hat gotin ku wê Barnea bi serokê CIAyê William Burns, bi serokwezîrê Qatarê bi Muhammed bin Abdulrahman Al-Thani û bi serokê îstîxbarata Misrê bi Abbas Kamel re dê hevdîtinan bike.

David Barnea, herî dawiyê roja duşema borî ji bo hevdîtinên agirbesê li Qatarê bû.

Parve bike: