Serokê Mossadê ji bo 'rehîneyan' li Qatarê ye!
PeyamaKurd – Şanda Îsraîlî ya bi serokatiya Serokê Mosadê David Barnea doh Çarşemê gihîşt Qeterê ji bo berdewamiya hevdîtinên bi armanca pêşdebirina peymana rehîneyan.
Niha li ser hevgirtin û xurtkirina peymanên ku di navbera aliyan de li hev hatine kirin disekinin.
Li gorî medyaya Îsraîlê, di hevdîtinan de jî wê hewl bê dayîn ku pirsgirêkên ku di navbera Îsraîl û Hamasê de hê jî nakokî hene bên çareserkirin.
Li gor zanyariyên ku ji naveroka gotûbêjan agahdar in, "danûstandin wê tevlihev bin û wê çend hefteyan bidomin."
Heyeta ku di nav de Dîrektorê Şîn Bet Ronen Bar û Generalê teqawîtbûyî Nitzan Alon jî hene, tê plankirin ku di serdana xwe ya Qeterê de bi Dîrektorê CIAyê William Burns û rayedarên Misirê re beşdarî lûtkeyê bibin.
Karbidestên Îsraîlî di wê baweriyê de ne ku hîn gelek pirsgirêk hene ku bêne çareserkirin, lewra zû ye ku mirov hêviyê bide malbatên rehîneyan.