Cîhan
Serokê Mossadê Roman Gofman li Washingtonê ye
PeyamaKurd - Malpera nûçeyan Axios ragihand ku Serokê Dezgeha Zanyariyê ya Îsraîlê (Mossad) Roman Gofman ji bo pêkanîna civînan gihîştiye paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Washington DCyê.
Li gorî çavkaniyên Amerîkî, Gofman ku yek ji şêwirmendên herî nêzîk ên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ye, dê li gel Serokê CIAyê John Ratcliffe û Nûnerê Taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff bicive.
Ev serdan di demekê de tê ku Netanyahu fişarê li Serokê DYAê Donald Trump dike da ku êrîşên li dijî Îranê ji nû ve dest pê bikin; lê Trump diyar kiriye ku ew li ser daxwaza welatên Kendavê tevdigerin û li bendê ne ku fişarên aborî û ambargoya deryayî encam bidin.