TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Parlamana Cezayîrê dest ji kar berda

📅 03 tîrmeh 2019 15:53

PeyamaKurd - Serokê Parlamana Cezayîrê Muaz Buşarib ragihand ku wî dest ji kar berdaye.

Xwepêşanderên li Cezayîrê ev demeke dirêj e dixwest ku Muaz Buşarib dest ji kar berde Buşarib, serokê berê yê Eniya Azadiya Neteweyî bû ku ji 1962yan vir desthilat di destê wan de bû.

Serokê berê yê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka, ku 20 salan li desthilatê bû, piştî protestoyan ragihandibû u wî dest ji kar berdaye.

Parve bike: