TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Perûyê kongrê fesh kir û rewsa awarte ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2022 05:25

PeyamaKurd – Serokê dewleta Peruyê Pedro Castillo kongra komarê fesh kir, paşî rewşa awarte ragihand û qedexeya derketina derve danî. Pedro Castillo, ragihandina xwe di televîzyonê de kir. Castillo ragihand ku siet di 22:00an de derketina derve qedexe kiriye û wê hukumetekî rewşa awarte ava bike.

Muxalefeta Perûyê ragihand ku ev bi awayekî fermî derbeye û nerazîbûna xwe aşkera kir. Li ser fesha kongre ji hukumetê 11 heb wezîr îstîfa kirin. Piştî fesha kongrê gelek kes yên muxalefetê û terefdarên Castillo daketin kolanan û qêriyan.

Goya wê îro wê kongrê cara sêyem biciviya û li ser ezla Castillo ya ji ser karê serokatiya Perûyê biaxifiyana.

Parve bike: