TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Qerebaxê: Ezê banga naskirina serxwebûna Qerebaxê bikim!

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2020 16:49

PeyamaKurd – Serokê Rêveberiya Qerebaxê Araik Arutyunyan ragihand ku agirbesta demkî ya bi navbeynkariya Rûsyayê hatiye ragihandin bi temamî nayê bicihanîn û li eniyan gulebarana herdu aliyan berdewam dike.

Arutyunyan da zanîn ku li gorî berê vê sibehê rewş aramtir e, lê ji herdu aliyan ve jî gulebaran berdewam dike û got, “Heger em niyeta Azerbaycanê ya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê nebînin, ezê bang li Ermenistanê bikim ku serxwebûna Qerebaxê nas bike.”

Arutyunyan got ku ew dê bang li hemû saziyên navdewletî û welatan bike û diyar kir, “Emê bibînin bê kî rêzê li mafê çarenivîsê û mafên mirovan digre yan jî piştevaniya terorîzmê dike.”

Li gorî agirbesta hatibû ragihandin, wê herdu aliyan di wê demê de pevguhertina dîlan û cenazeyan bikira.

Parve bike: