TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Saadetê Karamollaoglu li nexwesxanê hat razandin

Admin H
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2022 20:10

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê li Tirkiyê Temel Karamollaoglu ku hefteya borî bi koronayê ketibû, îro Yekşemê rakirin nexweşxaneyeke Enqerê.

Li hesabê fermî yê Partiya Saadetê hat belavkirin ku Karamollaoglu ji bo kontrolê çûye nexweşxaneya bajêr a Enqerê û bi pêşniyaza bijîşkan wekî tedbîr hatiye razandin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku rewşa tenduristiya Karamollaoglu baş e û wê heta demekê li nexweşxaneyê bimîne.

Parve bike: