TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Talîbanê Mela Feyzûllah hat kustin

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2018 20:34

PeyamaKurd- Serokê Talîbanê yê Afxanistan û Pakistanê Mela Feyzullah li eyaleta Kunarê, bi êrîşa balafira mê mirov ya Amerîkayê hat kuştin. Ragihandin ji aliyê Afxanistanê ve hat kirin.

Berdevkê wezareta bergiriyê yê Afxanistanê Muhammed Radmanîş ragihandinê bo Associated Pressê kiriye û ragihandiye ku roja pêncşemê, serê sibê, bi du hevalên xwe ve, li herêma Marawarayê hatine kuştin.

Fermandariya hêzên Amerîkayê ya li Afxanistanê beyan kiribû ku wan roja pêncşema borî, li ser sînor êrîşeka “kont-terorî” kirine û di êrîşe de “serokê rêxistinê yê herî jor kirine hedefa xwe”.

Parve bike: