TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Tevgera Nîdal li Îranê hat îdamkirin

Admin L
Nivîskar
📅 06 gulan 2023 18:36

PeyamaKurd – Îranê îro danê sibê serokê Tevgera Nîdal a cudaxwaz Habîb Ferecullah Cab îdam kir.

Li gor nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Dezgeha Dadweriyê de hatiye weşandin, Cab ku bi îdiaya “Têkiliya bi îstixbaratên biyanî re û li cîhanê fesadiyê dike” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hat îdamkirin.

Di vê raportê de hatiye îdia kirin ku zêdetir ji 450 welatiyên Îranê di encama “teror û kiryarên xwînî” yên koma ser bi Cab de birîndar bûne yan jî hatine kuştin.

Rêveberê Têkiliyên Giştî yê Dadgeha Bilind Emîr Haşimî di 12ê Adarê de ragihandibû ku cezayê darvekirinê yê Cab bi nivîseke li ser hesabê xwe yê Twitterê hatiye erêkirin.

Herwiha di danişîna meha adarê de hêzên ewlehiyê di 2018-2019 de endamên rêxistinê Muin Hanferî, Hebîb Dêris, Adnan Gabişavi û Salim Musavî bi îdiaya ku bi rêveberên Tevgera Nîdal Alî Mûceddem û Muhammed Riza Mukaddem re ji ber êrîşên çekdarî yên li dijî Tevgera Nidal çalakiyeke çekdarî pêk anîne, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Hat destnîşankirin ku îtîraza li dijî biryarê vekirî ye.

TEVGERA NÎDAL

Haraketü'n-Nidal al-Arabiyye Li Tahrir'l-Ahvaz, ku di sala 1999 de bi daxwaza xweseriya parêzgeha Xuzistanê ya Erebistana Îranê hate damezrandin.

(Tevgera Têkoşîna Ereban ji bo Rizgarkirina Ehwazê) navê xwe di bûyerên Ahwazê yên sala 2005an de kir.

Rêxistin ku bi navê Nidal tê naskirin, xwediyê kanaleke televîzyonê ya bi zimanê Erebî ye bi navê "Ahvazuna".

Hat îdiakirin ku Tevgera Nîdal rêxistina ku di 22ê Îlona 2018an de li bajarê Ehwazê di çarçoveya çalakiyên bîranîna şerê Îran-Iraqê de êrîşî merasima leşkerî kir. Di êrîşê de 25 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn.

Serokê rêxistinê Hebîb Ferecullah Cab di sala 2020an de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û di çarçoveya doza ku li dijî wî hatibû vekirin de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Parve bike: