Serokê Tîma Korona ya Trump, Dr. Fauci xistin karantînayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin, 3 endamên tîma Koşka Spî ya bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ku Serokê Tîma Korona Dr. Anthony Fauci jî di nav de ye, hatin karantînakirin.
Bi sedema ku çend kes ji nav Koşka Spî bi vîrusa koronayê ketine û têkiliya 3 endamên tîma Koşka Spî ya rûbirûbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 bi wan kesan re çêbûye, hatin karantînakirin.
Hat diyarkirin ku Dr. Anthony Fauci yê serokê tîma rûbirûbûna koronayê jî bi wê sedemê ketiye karantînayê ku di piraniya civînên rojnamevaniyê yên Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê koronayê de beşdarî dikir.
Koşka Spî ragihandibû ku wê Trump û kesên derdora wî her roj werin testkirin ji ber ku metirsiya korona gelekî nêzîkî rêveberiya Koşka Spî bûye.
Li gorî amarên dawî heta niha milyonek û 347 hezar û 318 kes li Amerîkayê bi koronayê ketine, 80 hezar û 40 kesan can daye û 238 hezar û 80 nexweş jî ji Covid-19 baş bûne.