Serokê YSKê: Di cîbicîkirina daneyan de astengî tuneye!
PeyamaKurd- Serokê Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener, bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku di cîbicîkirina daneyan a pergalê de tu astengî tuneye.
Ahmet Yener, li ber avahiya YSKê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Niha di cîbicîkirina daneyan a pergalê de tu astengî û derengmayîn tuneye. Daneyên me jî di cih de bi partiyên siyasî re tên parvekirin."
Yener diyar kir ku hejmara namzedên serokomariyê yên beşdarî hilbijartinê bûne 4 e û 24 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bûne û wiha got:
"Encamên ku ji sindoqan tên, ji lijneyên hilbijartinê yên navçeyan re û ji lijneyên hilbijartinê yên navçeyan jî derbasî lijneyên hilbijartinan ên parêzgehan dibin û cîbicîkirina daneyan a nav pergalê tê nîqaşkirin. Ji % 47,08ê dengan li welêt û ji % 12,60 ê dengan li derve hatiye girtin."
Li ser pirsa ku hat kirin, Yener diyar kir ku li ser derengmayînê, rêbaz hem di qanûnê de hem jî di salnameya hilbijartinê de zelal e.