TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê YSKê: Emê mazbatayê bidin yê ku heq kiriye

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 03:08

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Sadî Guven derbarê encamên hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de daxuyanî dan.

Guven ragihand ku dê li demeke herî nêzîk de encamên hilbijartinê ji lênihêrtina hemwelatiyan re werin vekirin û got, “Piştî pêvajoyên îtirazê bidawî bûn, mazbat bo kesê heq kiriye wê bê dayîn.”

Serokê YSKê herwiha amarên berdest ên 65%ê sindoqan jî eşkere kirin ku niha 99%ê sindoqan hatine vekirin û li gorî encamên nefermî Ekrem Îmamoglu bi rêjeya 54,03%î serkeftiyê hilbijartinên Stenbolê ye.

Parve bike: