TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokkomarê Iranê serdana Tirkiyê dike

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 28 mijdar 2023 20:26

PeyamaKurd - Serokkomarê Iranê Ibrahîm Reîsî îro serdana Tirkiyê dike. 

Li gor agahiyên hatine ragihandin, Reîsî dê li Anqereyê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin bike.

Tê pêşbînîkirin ku mijara serekî ya wê hevdîtinê dirêjkirina agirbesta li Xezzeyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di 1ê Mijdarê de, daxuyandibû ku dê Reîsî were Tirkiyê. 

Herdû Serokkomar herî dawî li paytextê Ozbekîstanê rûbirû hevdîtin kiribûn û 2 roj berê jî bi telefonê hevdîtinekî pêkanîne. 

 

Parve bike: