Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog seredana İlham Aliyev kir
PeyamaKurd – Li Azerbeycanê bi sedema keçên sergirtî negirtine dibistanê Tirkiye nerazîbûna xwe diyar dike û ev mesele di navbera Tirkiyê û Azerbeycanê de bûye sedema gengeşeyan.
Lê li aliyê dinê jî, îro serokê Azerbyacanê İlham Aliyev pêşwaziya serokkomarê Îsraîlê Herzog kir. Piştî Herzog bi Aliyev re hevdîtin kir, di ser medya civakî de Aliyev wekî dost bi nav kir û behsa têkiliyên dostane yê her dû welatan kir.
Herzog, di çarçoveya konferansa CICA de çû Azerbeycanê da tevli konferansê bibe û piştî hevdîtina bi Aliyev re, parvekirinekî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de kir. Herzog got:
“Ez îro ji ber pêşwaziya germ ya li Bakuyê ya dostê min İlham Aliyev sipasiya wî dikim. Azerbeycana di bin serokatiya te de, li herêma me jê re rêzekî xwurt digrin, ciyê baweriyê ye û bandorekî wî yê xwurt heye.”
Herzog ragihand ku têkliyên di navbera her dû dewletan de, xwediyê esasên xwurtin û ji bo pêşdebirina têkiliyan dan û sitendinên ramanî kirine.