TR KU SO
FB X
Cîhan

"Serokkomarê nekariya êrîsa Hesda wehsî sermezar bike, bo çiye?"

📅 20 îlon 2018 05:24

PeyamaKurd - Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî ragihand, posta Serokomarê Iraqê ji pişkê PDKê ye. Pirs kir ku: “Ewên din li ser çi bingehekê daxwaza wê postê dikin?

Elî Ewnî di bangeşeya PDKê ya ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de di gortarekê de got: “Em dibêjin posta Serokomar pişkê Kurdistanê, li Kurdistanê jî wek urf ew post pişkê lîsta yekem e. Nizanim ewên din li ser bingehekê daxwaza wê dikin?”

Ewnî diyar kir ku: “Carên din, ew pişkê wan bû, tiştek jî nekirin, bihaneya wan ew bû ku ew post teşrîfatî ye. Yek helwest jî nebû. Me hemuyan dît ku di gotara destpêkê ya rûniştina parlemantoya Iraqê de, ne dûr û ne nêzîk navê Kurdistanê neanî, ne baş û ne xirab. Wek ew Serokomarê Mozembîq be, ne ku Serokkomarê Iraqê.”

Herwiha destnîşan kir, “Heke Serokkomar wiha be, tenê mûçe werbigire û parêzbendiya wî û pasevanên wî hebin, her kesek dikare bibe serokomar.”

Rexne Ii Serokomarê Iraqê Fûad Masûm jî girt û got: “Bi gotinekê jî êrîşa nedestûrî û neyasayî ya Heyder Ebadî û Heşda wehşî şermezar nekir.”

Amaje bi wê jî kir, “Li gor destûrê Iraqê, ne ji mafê dewleta Iraqê ye bo yekalîkirina pirsgirêkên nevxweyî artêşê bikar bîne. Artêş tenê li ser sînor dibe, ne ku leşker û Heşda Şeibî di roj û şevekê de bîne êrîşî me bike û heger yasa li Iraqê serwer ba, divêbû Serokkwezîr bihata dadgehkirin, çawa hêzê ji bo yekalîkirina pirsgirêkên navxweyî bikar tîne, lê tiştek li Iraqê wek dewlet nemaye.”

Ev axaftina Elî Ewnî di demekê de ye, îro Berhem Salih vegerî nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û YNKê jî ew bi fermî wek berbijarê xwe bo posta serokomarê Iraqê destnîşan kir.  

Parve bike: