TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokkomarê Siribstanê Vucic parlementoyê fesh kir

Admin M
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 16:33

PeyamaKurd – Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic, parlementoya welatê xwe fesh kir.

Desthilata niha SNS, dê bi koalisyona " Sırbistana Yekgirtû" re bikeve hilbijartinê û Vucic weka namzedê serokwezîrtiyê destnişan bike.

Aleksandar Vucic, parlementoya ku di 17.12.2023an de hatibû hilbijartin fesh kir û ragihand ku dê di 25ê Cotmeha 2026an de bikevin hilbijartinê. Wê sindoqan di 25ê Cotmehê de deynin.

Vucic, sedema hilbijartina pêşwext xwepêşandanên ku 2 sale dewam dikin û tevliheviya nava welat nîşan da.

Li gor destûra Sirbistanê ji bo Vucic karibe bibe serokwezîr, divê ewilî ji serokkomariyê îstîfa bike. Eger îstîfa bike dê seroka meclisê Ana Brnabic bi wekalet serokkomariyê bimeşîne.

Parve bike: