Cîhan
Serokkomarê Tûnisê Qays Saîd 645 mehkûman efû kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Tûnisê Qays Saîd bi sedema di sala 1963an de leşkerên Fransayê ji Tûnisê vekişiyane, di salvegera wê ya 59 em de, efûya 645 mehkûman derxist.
Serokkomariya Tûnisê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Saîd erka xwe ya taybet ji bo wan mehkûman bikaraniye. Di daxwuyaniyê da hat gotin ku ji wan mehkûman 294 yekser serbest hatine berdan û di cezayên yên din de kêmkirinê kiriye.