TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarê Îranê: Jehrîkirina xwendekarên keç plana dijminên Îranê ye

Admin L
Nivîskar
📅 07 adar 2023 14:27

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê di derbarê jehrîkirina xwendekarên keç de axivî û diyar kir ku plana dijminên Îranê ye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî daxwaz kir, ew mijar bi cidî bê şopandin û encama wê ji raya gişti re parvekirin.

Weke tê zanîn, roja Yekşemê li hin bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi sedan xwendekar jehrî bûn.

Rapora tvyeke Îranê ragihand, tenê li parêzgeha Kirmaşanê 90 xwendekar jehrî bûne.

Herwiha jehrîbûna xwendekaran 3 meh berî niha ji bajarê Qûmê destpê kir, lê du rojan paşî ve li piraniya parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat.

Jehrîbûna xwendekaran bû sedema xwepêşandanan li Tehran û bajarên din.

 
Parve bike: