TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokomarê Îranê ji Putin re: Berfirehbûna hevpeymaniya NATO gefeke metirsîdar e

Admin L
Nivîskar
📅 25 sibat 2022 15:34

PeyamaKurd Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi pêwendiyeke telefonî, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî û da zanîn: “Berfirehbûna hevpeymaniya NATO, gefeke metirsîdar e ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê.”

Li gor medyaya Îranê, Îbrahîm Reîsî diyar kiriye: “NATO aloziyan derdixe û gefeke metirsîdar e ji bo asayîş û seqamgîriya welatên serbixwe.”

Medyaya Îranê destnîşan kiriye, Reîsî ji Putin re gotiye: “Ez hêvî dikim tiştê niha diqewime, sûda wê ji bo xelk û seranserê navçeyê hebe.”

Parve bike: