Serokomarê Îsraîlê: Em ê li ser her mijarê bi Tirkiye re li hev nekin!
PeyamaKurd – Serokomarê Îsraîlê Îsaac Herzog li Balafirgeha Tel Avîv a Ben Gurion dema ber bi Tirkiyê ve bi rê ket, daxuyanî dan rojnamevanan.
Herzog got: "Ez û hevjîna xwe Michal li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo pêşxistina dîyaloga em dimeşînin diçin Tirkiyê. Pêwendiyên bi Tirkiyê re di berjwendiya Îsraîlê û herêmê de ne. Hêvîdarim ev serdan dîyaloga navbera Îsraîl û Tirkiyê kurtir bike.”
Îsaac Herzog herwiha ji rojnamevanan re diyar kir ku di nav deh salên dawî de bûyer û nakokî di navbera Îsraîl û Tirkiyê de çêbûne û got: “Em ê li ser her mijarê li hev nekin.”
Herzog da zanîn ku ev serdana wî bi kordîneya Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennnett, Wezîrê Derve Yair Lapid û wezaretên din ên Îsraîlê pêk tê û hêvî dike bibe sedema pêşveçûna pêwendiyan.